Serok Barzanî li gel Şahê Urdinê civiya
Li yekemîn wêstgeha serdana xwe ya Şahnişîna Urdinê birêz Mesûd Barzanî li gel Şah Abdullah Padşayê Urdinê civiya. Li vê civîna dû qoliyê da her dû alî di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta herêmayetî û navdewletî û şerê terorê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li nîvroya heman rojê firavînek li ser şerefa Serok Barzanî ji aliyê Şah Abdullah Padşayê Urdinê hate rêkxistin û li wê firavînê da Emîr Feysel Bin Husên û Serokê Dezgeha Hewalgiriya(îstîxbarat) Urdinê û Serok Erkanê Artêşê û çend berpirseke bilindê wî welatî amade bûn.
Êvariya heman rojê birêz Mesûd Barzanî bi mebesta rewş û halpirsînê serdana çend Pêşmergeyekî birîndar yên li nexweşxaneya Bajarê Pizîşkî ya Elhusên kir û ji nêzîk ve hal û rewşa tendirustiya Pêşmergeyên birîndar pirsî û hêviya başbûna bi lez ji bo wan xwest ku li wê nexweşxaneyê da li bin çareseriya pizîşkîdane.
