• Saturday, 21 February 2026
logo

Ti hêzek ji derveyî hêzên pêşmerge namîne

Ti hêzek ji derveyî hêzên pêşmerge namîne

Projeya ku di derbarê yekkirina hêzên pêşmerge de hatibû amadekirin ber bi dawiyê ve diçe. Ev proje ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Almanya ve bi hevkariya wezareta Pêşmerge birêve diçe.
Li ser vê mijarê berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebbar Yawer got ku dixebitin da di meha temmûzê de proje were cîh. Bi yekkirina fermandariyên 70. û 80. wê 120 hezar pêşmerge bibin yek. Bi 43 hezar pêşmergeyên ku girêdayê wezaretê ve ye, wê jimar bibe 163 hezar. Li ser mijara ku her dû hêzên pêşmerge bibin yek civînên herdemî berdewam dikin.
Wê sîstema maaşê pêşmergeyan biguhure û her leşkere Iraqî xwediyê çi heqan be, wê pêşmerge jî xwediyê heman mafan be.
Top