• Saturday, 21 February 2026
logo

Şandekê Amerîkyê seredana rojavayê Kurdistanê dike

Şandekê Amerîkyê seredana rojavayê Kurdistanê dike
Şandekê wezareta derveya Amerîkayê gehişt rojavayê kurdistanê û digel berpirsên Kurd behsê şandina çekê giran jibo YPGê û avakirina encumenekê sivîl jibo bajarê Reqayê kir.
Birêt Mekgork nûnerê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî de û şandekê wezareta derveya Emerîkayê seredana rojavayê Kurdistanê kir û li bajarkê Eyîn ‘Îsa di kombûnekê de digel berpirsên rojavayê Kurdistanê, behsê alîkarîya çekê giran ê Amerîkayê jibo hêzên YPGê jî hat kirin.
Li gorey sazyên ragehandina rojavayê kurdistanê, alîkarîyên Amerîkayê di hemî waran de jibo rojavayê Kurdistanê û bakorê Sûriyê berdewam bin.
Dihête zanîn roja pazdey vê mehê Mekgork û şandê wezareta derveya Amerîka seredana herêma Kurdistanê jî kirbû û digel Barzanî û berpirsên wezareta pîşmergey kom bûn.
Top