• Saturday, 21 February 2026
logo

PKK û Heşda Şeibî dixwazin referandoma Kurdistanê li Şingalê asteng bikin

PKK û Heşda Şeibî dixwazin referandoma Kurdistanê li Şingalê asteng bikin
Berpirsê liqa 20 ya PDKê li bajarokê Şêxanê ragihand, PKK ne ji ber niyeta kurdiniyê çûye Şingalê ji ber ku razî nîne alaya Kurdistanê li wir were bilindkirin lê li ser bilindkirina alaya Iraqê tiştekî nabêje.

Mehmûd Êzîdî ji BasNewsê re got, PKK li Şingalê bûye darê destê dagîrkerên Kurdistanê ji ber ku dagîrkerên Kurdistanê dixwazin Şingalê zeft bikin, di vir de kurdên êzîdî dibin qurbanî.

Berpirsê PDKê li Şêxanê diyar kir ku PKK û Heşda Şeibî dixwazin pêşiya encamdana referandoma serxwebûnê li Şingalê bigirin û got, lê pilana wan dê bi ser nekeve. Sînorên Herêma Kurdistanê hatine kifşkirin û Şingal jî di nav wê çarçoveyê de ye. Divê Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê.

Fermandeyê PKK li Şingal Seîd Hesen beriya niha gotibû, em hêzeka Iraqî ne û em nahêlin Şingal bikeve ser Herêma Kurdistanê.
Di heyama çend rojên borî de çekdarên Heşda Şeibî jî bi hêceta şerê DAIŞê derbasî Şingalê bûne û li gundên Til Benat û Til Qeseb çeper û senger vedane.

Basnews
Top