Li Bexda şandeke PDKê û YNKê beşdarî civînên bilind kir
Endamê polîtburoya YNKê Ednan Muftî aşkera kir, du roj berî naha li ser daxwaza serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm ew çûne paytext Bexdayê û beşdarî li civînekê kirine ku serokê encûmena wezîran û serokê parlamentoyê jî beşdarî civînê bûne.
Herwaha got wek nûnerê PDKê Fazil Mîranî jî amade bûye û wek cîgire serokomar Nûrî Malikî û Salih Mutleg û Emar Hekîm jî beşdarî civînê bûne.
Li gor gotinên Ednan Muftî di civînê de gotûbêj li ser çend pirsgirêkên giring hatiye kirin, herwaha pirsên helbijartina encûmena parêzgehan û parlamentoya Iraqê jî hatine gotûbêj kirin.
Basnews
