• Saturday, 21 February 2026
logo

PKKê xistina firokeyeka supayê Tirkiyê ragehand

PKKê xistina firokeyeka supayê Tirkiyê ragehand
Partiya karkerên Kurdistanê xistina firokeyeka supayî û kuştina sîh û heft serbazên Tirkiya ragehand.
Li gorey beyaneka HPGê, li rojên borî de gerîlayên PKKê li çiyayê Tenderokê li deverdariya Agrî êrş kir ser bingehekê serbazî ê Tirkiyê, firokeyeka supay jinavbir û sîh û heft serbazên Tirk kuştin.
Da zanîn jî li deverên Şernex, Amed û Geverê jî çend êrş li ser bingehên supayê Tirkiyê hatin kirin û hejmareyek serbazan hatin kuştin û brîndarkirin.
Desteya erkanên supayê Tirkiyê jî çi daxweyanîyek jibo piştrast kirina jinavbirna firokeyê û kuştina wê hejmara serbazan belav nekir.

War.tv
Top