Li Hewlêrê agir bi avahiyeke bazirganiyê ket
Îro, roja Sêşemê piştî danê nîvro 16.05.2017 li bajarê Hewlêrê agir bi avahiyeke bazirganiyê li ser cadeya Şoreş ket, li gor zanyariyên BasNews gelek ziyanên madî bi avahiyê ketin, lê heta niha ziyanên giyanî nînin, tenê polîsek birîndarbû ew jî veguheztin nexweşxaneyê.
Li gor peyamnêrê BasNewsê ku, nêzîkî wê bûyerê bû got ku, ji ber gurkirina agir ziyan giheşte çend avahiyên nêzîkî wê , herwiha da zanîn ku, heta niha tîmêm bergiriya şaristanî li Hewlêr mijulî kontirolkirina agirin.
basnews
