Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Dijî Da'îş kir
Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li bajarê Musil xistin ber behs û danustandina bîr û ramanên di derbarê gefên qonaxa piştî Da'îş kirin. Her wiha Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş ji bilî balkişandina li ser girîngiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe tekez li ser berdewamiya piştevanî û rahênana artêşa Amerîka ya ji bo hêzên Pêşmerge kir.
Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û paşaroja proseya siyasiya Iraqê.
Li beşekî dinê civînê de rewşa siyasî û emniya Sûriye û hengav û planên têkşikandina Da'îş li Sûriye hate nirxandin.
