Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera damezrandina Binkeya Lalîş li Êzdiyan kir
Rêzdar Serok û Desteya Bilinda Binkeya Lalîş
Silav û rêz
Bi helkefta 24. salvegera damezrandina binkeya rewşenbîrî û civakî ya Lalîş pîrozbahiyê li Serok û kedkarên Desteya Bilinda Binkeya Lalîş û hemû Êzdiyan dikim û çalakî û karên we yên bi navê resenayetî û parastina taybetmendiya Êzdiyan bilind dinirxînim.
Kurdên Êzdî beşekî girîngin li xweragiriya gelê me û ew plan û şerên ji bo qirkirin û nehiştina hatine dayîn, şiyana ewe nebûye Êzdiyan ji nav bibe. Dirindeyî ya Da'îş û karê nemirovayetiyên wê grûpa terorîstî li dagîrkirina Şingalê bandorê li ser îradeya we dirust nekir û mil bi milê birayên we yên Pêşmerge we bergiriyeke qehremanane nîşanda û peyamek bû, ku hîç hewlek nikarê Êzdiyan ji Kurdistanê veqetîne.
Piştrastiyê bi hemû aliyek didîn, bi azayetiya Pêşmerge, Êzdî parastî dibin û koçber vedigerin cihên xwe û deverê wan têne avakirin û Êzdiyên resen biryar li çarenûsa xwe û navçeya xwe didin.
Carekî din hêviya serkeftinê ji bo Binkeya Lalîş û Desteya Bilind û kedkarên wê yên rêzdar re dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.05.2017
