• Saturday, 21 February 2026
logo

Şêx Şamo: PKK û Heşda Şeibî dixwazin bi hev re Şingalê zeft bikin!

Şêx Şamo: PKK û Heşda Şeibî dixwazin bi hev re Şingalê zeft bikin!
Mezin û rayedarên êzîdî dibêjin, Heşda Şeibî û PKK dixwazin li Şingalê bigihên hev. Berpirsekî Lalişê jî dibêje, tirsa wê heye Heşda Şeibî gund û warê wan teslîmî PKKê bikin.

Fermandeyên Pêşmerge dibêjin, çekdarên Heşda Şeibî li gundên Til Benat û Til Qeseb yên Şingalê bicîh bûne, ev jî berovajî rêkeftina Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye. PKKê jî li Şingalê tunêl vedaye û xwe ji şer re amade kiriye û gelek çekdarên xwe jî derbasî çiyayê Şingalê kiriye.

Serokê encumena bajarokê Sinûnê şêx Elyas Xidir li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, bicîhbûna Heşda Şeibî li Til Benat û Til Qeseb û deverên din yên Şingalê dê bibe sebeba aloziyê ji ber ku Heşda Şeibî bê merc ji wan deran dernakeve ev jî dê belayeka din bîne serê êzîdiyan.

Nûnerê Lalişê li Sinûnê Dr. Silêman Fano jî ji Basê re gotiye, em ditirsin Heşda Şeibî gundên me yên mîna Sîba Şêxdirî, Gir Izêr, Til Benat, Rambosî, Qabûsî, Hatimiye, Koço, Til Qeseb û gelek gund û wargehên din radestî PKKê bike.

Parlamenterê êzîdî li parlamentoya Kurdistanê Şêx Şamo jî gotiye, PKK û Heşda Şeibî li dû yek armancê ne û ji cihekî alîkariyê werdigirin. Ew dixwazin li Şingalê bigihên hev û wê deverê zeft bikin. Ew jî dikeve xizmeta “Hîlala Şîe”, ku ji aliyê Îranê ve hatiye dariştin. Jixwe “Hîlala Şîe” li dijî Amerîka, hêzên hevpeyman û Hikûmeta Kurdistanê ye.

Şêx Şamo hişyarî daye û gotiye, eger PKK û Heşda Şeibî ji Şingalê dernekevin dê belayek ji ya DAIŞê mezintir were serê kurdên êzîdî.
Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo jî gotiye, ev du sal in Pêşmerge li Til Benat û Til Qeseb çeper vedane lê niha Heşda Şeibî hatiye li beramberî Pêşmerge bicîh bûye. Ev jî metirsiyê çêdike lewma em dixwazin Heşda Şeibî bi lez ji wê deverê derkeve û girêdayî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê be.

Cîgirê sererkanê Wezareta Pêşmerge Salar Mihemed Cebarî jî ji BasNewsê re got, me Heşda Şeibî agahdar kiriye ku nabe buhistekî derbasî nav xaka Kurdistanê bibin.

Salar Mihemed Cebarî her wiha got, bicîhbûna Heşda Şeibî li Şingalê girêdayî kirîz PKKê ye jî ji ber ku haya wan ji hev heye.
Ev di demekî de ye ku Amerîka bang li PKK û Heşda Şeibî kiriye, ji Şingalê derkevin.

Basnews
Top