• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir
Roja dûşem 15.05.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fale Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de behsa pêşveçûnên dawî ya şerê dijî terorîstên Da'îş li Mûsil û navçeyên dinê Iraqê kir, her wiha serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bilind nirxandin.

Li beşekî dinê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda hate nirxandin û tekez li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê ya li vê qonaxê da kirin.

Top