• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokwezîr pêşwazî li grûpa konferensa TEDx dike

Serokwezîr pêşwazî li grûpa konferensa TEDx dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 14.05.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li grûpeke ciwanên xwebexiş bi serokatiya Rewend Hisên koordînatorê konferensa TEDx a Niştimanî ku li meha nîsana borî li Hewlêrê sazkiribû, kir.

Rewend Hisên, li ser navê grûpa ciwanan, kêfxweşiya xwe bi dîdara bi serokwezîrê Kurdisraê re nîşan da û bi kurtî behsa encamên konferensê û xebatên paşerojê kir û di hemna demê de sipasiya piştevaniya serokwezîr ji bo lidarxistina wê konferensê li bajarê Hewlêrê, kir.

Nêçîrvan Barzanî destxweşî li hemû wan ciwanên beşdarî di rêxistin û amadekirina konferensa TEDx a Niştimanî li Hewlêrê de kirî kir û hêvî xwest ku, dûr ji întîmaya siyasî, di kar û xebatên xwe de berdewam bin.


Serokwezîr diyar kir ku eger gêncên Kurdistanê, weke gêncên cîhanê, derfet hebe dikarin karên gelek baş bikin û hêvî xwest ku di paşerojê de kar, xebat û çalakiyên mezintir û baştir organîze bikin û hewil bidin bi kar û çalakiyên xwe hesta neteweyî li ba ciwanên kurd zêdetir bilind bikin, ji bona karên xwebexiş û xwepêgehnandinê ciwanan teşwîq bikin bi awayekî ku çavê wan bi tenê li ser hikûmetê enebe ku hikûmet hemû karan ji wan re bike.
Top