• Saturday, 21 February 2026
logo

Brett McGurk: Amerîka dixwaze têkeliyên bi Hewlêrê re berdewam bin

Brett McGurk: Amerîka dixwaze têkeliyên bi Hewlêrê re berdewam bin
Brett McGurk nûnerê taybetiyê serokê Amerîkayê bo şerê dijî DAÎŞê û şandeya pê re ku ji balyozê wî welayî li Îraq û konsulê Herêma Kurdistanê pêkhatibû, serdana Hewlêrê kir û êvariya roja yekşemê 14.05.2017ê, digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiyan.

Şandeya Amerîkayê serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAÎŞê de, hevahengiya navbera arteşa Îraq û pêşmergeyê Kurdistanê di operasyona azadkirina Mûsilê de û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê bilind nirxandin.

Nûnerê taybetiyê serokê Amerîkayê got ku ew piştevaniya hemû gavên ji bona çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê ku pirosesa siyasî biîstîqrar bike dikin û tekîd li ser diyaloga berdewama navbera hemû pêkhateyên cudayên deverê kir.

Brett McGurk di axaftina xwe de îşret bi wê yekê kir ku, têkeliyên xurt di navbera Hewlêr û Waşîngtonê de hene û hikûmet û xelkê Amerîkayê dixwaze ew têkelî berdewam bin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştevaniya Amerîkayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û daxwaz kir ku têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngton zêdetir ber bi pêş biçin.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re got ku Herêma Kurdistanê hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê hewandine û di çend mehên borî de jî zêdetir ji 35 hezar birîndarên şerê azadkirina Mûsilê yên arteşa Îraqê li Herêma Kurdistanê hatine çarser kirin, lê di vî warîde Bexda weke pêwîst hevkariyê nake.

Barzanî diyar kir ku ji bona çareserkirina rewşa navxweyî, diyalogeke cidî di navbera aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê de heye.

Top