• Saturday, 21 February 2026
logo

‘Tenê Malikî û Ebadî dizanin pereyên Iraqê li ku ne’

‘Tenê Malikî û Ebadî dizanin pereyên Iraqê li ku ne’
Dema nas kir ku ez Kurd im, wek “kake” gazî min kir û destê xwe ber bi xwaringehekê dirêj kir û got “Tu dibînî? Ew xwaringeha navdar a Bexdayê bû li Meydana Tehrîrê, Sedam ji tirkan xwest wê ava bikin.” Bi dengekî bilindtir tiliya xwe ber bi çend avahiyên wê meydanê dirêj kir û got “Tu vê avahiyê dibînî? Sedam ew ava kir, ev hotel, Hotela Mensûr û apartmanên Salihiye ev hemû ji hêla Sedam hatin çêkirin!”

Ez bi şofêrê taksiyê re ber bi Koşka Selam diçûm. Ez diçûm da hevpeyvînekê bi Serokomarê Iraqê Dr. Fûad Masûm re pêk bînim. Em gihîştin Kolana Sadûn. Şofêr got “Ev cade mîna camê paqij bû. Sedam carekê Serokê Venezuela Hugo Chávez anî vê kolanê.”

Piştre em gihîştin herdu hotelên “Filistîn û Eştar.” Şofêr bi qorziya çavê xwe li wan hotelan nerî û got “Tu wan herdu hotelan dibînî? Di destpêka salên 80yan de, kongreyeke navneteweyî li Bexdayê hebû. Sedam ev herdu hotel ji bo xatirê wê kongreyê dirust kirin. Hotela Filistîn da şîrketên fransî û Eştar jî da amerîkiyan. Sedam got kîjan hotel zûtir xilas bibe, ezê şîrketê xelat bikim.”

Şofêr hinekî bêdeng bû. Dûre destê xwe li ranê xwe da û axînek kişand û got “Desthilatdarên niha hemû kirêgirtî ne. Ne tenê pereyên Iraqê xwarin, bi ser de jî Iraq firotin.”

Li Bexdayê, tu bi kê re biaxivî, ji te re dibêje ew avahiyên bilind ku li ser kolanên giştî û bazaran xuya dikin di serdema Sedam de hatine avakirin. Piştî sala 2003an, berpirsên Iraqê kevirek jî li ser kevirekî nedanîne. Di heman demê de, ango piştî sala 2003an, tê gotin ku bêhtirî 700 milyar dolarî winda bûye!

Li Bexdayê tiştê nû, ew dîwarên çîmento yên bilind in ku malên berpirsan û fermangehên hikûmetê diparêzin. Yanî hemû koşkên bedew bi dîwarên çîmento hatine veşartin.

Li ser cadeyan mirov kalemêrên rîspî, kêmendam û zarokên li ber tava Bexdayê qemirî dibîne. Ew destmalan difroşin an parsekiyê dikin. Ev dîmen li hemû kolanên navdar ên Bexdayê tên dîtin. Jixwe ez behsa taxên hejar û feqîran nakim!

Li Meydana Tehrîrê, xwepêşanderan werîsê meşneqê daleqandine da şêniyên Navçeya Kesk a Bexdayê bidarve bikin. Xwepêşander dibêjin “Emê li vir hemû berpirsên ku serwet û samanên Iraqê talan kirine, daleqînin!”

Li Meydana Tehrîrê, hejmareke zêde ya mirovên bi temen heye. Van mirovan zor û zulma Sedam dîtine, lê dibêjin fesad û gendeliya ku vêga li Iraqê heye, hîştiye ku ew vegera serdema Sedam bixwazin! Ew dipirsin: Pereyên Iraqê li ku ne?

Roja 17ê meha borî em li Li Meydana Tehrîrê bûn. Bi hezaran xwepêşander li dijî hikûmeta Ebadî û destêwerdana Malikî li wir civiyabûn. Li derdora Meydana Tehrîrê, gelek xalên kontrolê hatibûn danîn. Li xalekê ji van xalan, polîsan em rawestandin û heta ferman ji kesên di ser xwe re wernegirtin, nehîştin em herin wê meydanê.

Min ji leşkerekî xala kontrolê pirsî, ew avahiya li pişt we çi ye? Wî got: Bank e. Min jê pirsî, pişka we jî jê didin? Got: “Na bi Xwedê, lê mezinê me Muqteda Sedr gihîştiye Bexdayê û emê darbeyê pêk bînin. Wê çaxê hertişt dibe yê me, di nav de pereyên wê bankê jî.” Li seranserê dinyayê, artêş serwet û samanên welatiyan û dewletê diparêze, lê wî leşkerî çavê xwe berdabû serweta dewletê û li derfetekê digeriya dewletê talan bike!

Li Meydana Tehrîrê, tekane serkirdê Kurd ku navê wî bi “xirabî” tê hildan, Mesûd Barzanî ye. Xwepêşanderan digotin Barzanî dixwaze Kurdistanê ji Iraqê cuda bike, lê em nahêlin ev xewna wî pêk were, emê bi piyan herin Kurdistanê û rê li ber avabûna dewleta Kurdistanê bigrin!

Jiyan li Navçeya Kesk pir cihêreng e. Li wir gelek koşk û avahî hene ku bi piranî di dema Sedam Hisên de hatine çêkirin. Niha berpirsên bilind ên Iraqê wek Nûrî Malikî, Heyder Ebadî, Îbrahîm Caferî, Emar Hekîm, Dr. Fûad Masûm, Selîm Cibûrî, Usame Nucêfî û parlamenterên Iraqê di wan qesr û koşkan de dijîn.

Berfirehiya Navçeya Kesk 10 kîlometrên çargoşe ye. Ev 13 sal e li vê navçeyê Iraq tê birêvebirin. Di dema Sedam de, di wan koşkan de biryara Enfal û kîmyabaran kirina gelê Kurdistanê hat dayîn. Piştî Sedam jî her di wan koşkan de biryar hat dayîn ku pişka budceya Herêma Kurdistanê bê birrîn û hejmara kurdan di Artêşa Iraqê de bê kêmkirin. Lewra qet naxuye xêra kurdan di Navçeya Kesk a Bexdayê de heye.

Welatiyên normal nikarin herin Navçeya Kesk. Tukes nikare bêyî bac derbasî wê navçeyê bibe. Ev bac jî tenê di berîka berpirs û pasevanên wan û fermanberên navçeyê de heye.

Eger welatiyek bixwaze here Navçeya Kesk, divê 9 xalên kontrolê derbas bike û navê xwe bide her neh xalan. Xwepêşanderan digotin em li benda erêkirina Muqteda Sedr in da em derbasî Navçeya Kesk bibin. Xwepêşanderekî got “Hûnê bibînin emê çawa dest û lingên berpirsên Navçeya Kesk kelepçe bikin û wan biavêjin nav tenekeyên çop û gilêşê!”

Budceya salane ya Iraqê bêhtirî 100 milyar dolarî ye, lê welatiyên Iraqê hêj ji ber kêmbûna xizmetguzariyan dinalin. Bi baweriya xwepêşanderan, pereyên Iraqê dikevin berîka berpirsan de. Xwepêşanderekî Meydana Tehrîrê dibêje “Li Iraqê ji sedî 100 fesad û gendelî heye. Ji xeynî Malikî û Ebadî, tukes nizane çi bi serê pereyên vî welatî tê!”

Rudaw
Top