Serokatiya hikûmetê: Em piştgiriya aramiya Bexdayê dikin û li dijî karên têkder in
Teksta daxuyaniya civta wezîrên herêma Kurdistanê
Duhî li bajarê Bexdayê, paytexta dewleta Îraqa federal, û li çend bajarên din careke din xwepîşandan ber bi alozî, têkdan û êrîşî ser saziyên dewletê çûn, ji encama wan bûyeran hijmareke xwepîşander û endamên hêzên emnî yên îraqî jiyana xwe ji dest de û himareke jê jê birîndar bûn.
Em bi dijwarî dijî bikaranîna xelk û daxwazên rewayên xelkî ji bo çêkirina aloziyan û karên têkder in. Em bi timamî digel daxwazên rewayên gelên Îraqê yên ji bona dabînkirina jiyan û aramiyê li Îraqê ne, lê divê ew daxwaz bi awayekî medenî û bi aşitî bên kirin û nebin hokarek ji bo çêkirina alozî, têkdan û êrîşkirina ser saziyên dewletê û binpêkirina qanûn û têkdana jiyan û aramiyê li welêt, ji ber ku bi wî awayî daxwazên rewayên xelî ber bi aqarekî din tên birin.
Di vê çarçoveyê de em bi timamî piştgiriya xebatên birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê yên ji bona parastina aramî û parastina saziyên dewletê li Îraqê dikin.
Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê
21.5.2016
Hewlêr
