• Saturday, 21 February 2026
logo

Berhemên hundermendê Kurdê dê li Hindistanê bên nîşandan

Gulan Media February 21, 2026 Hunerî
Berhemên hundermendê Kurdê dê li Hindistanê bên nîşandan

28ê Sibatê li bajarê Goayê yê Hindistanê, pêşangeheke navneteweyî ya cihêreng di bin navê "Cîhan di Aloziyê de" (World in Chaos) were vekirin.

Hunermendekî Kurd jî dê beşdarî vê pêşangeha navneteweyî bibe.

Di demekê de ku cîhan di bin barê şer û aloziyên siyasî de dinale, huner wekî neynikekê ji bo nîşandana van karesatan derdikeve pêş.

Rola hunerê ya li hemberî wêrankariyan

Pêşangeha Navneteweyî ya Şêwekarên Cîhanê ji aliyê hunermend Yolanda de Sousayê ve hatiye rêkxistin.

Wê tenê 42 hunermend ji seranserê cîhanê hilbijartine.

Armanc ew e ku ev hunermend bi rêya wênesazî, peykersazî, enstalasyon û grafîkê, wêneyê wan komkujî û bêaramiya ku mirovê hevdem westandiye nîşan bidin.

Mijara sereke ya wan berhemên ku di pêşangeha navneteweyî de tên nîşandan, derbirîna wan êşan e ku sînorên cografîk derbas dikin û dibin zimanekî hevpar ê mirovahiyê.

Beşdariya hunermendekî Kurd

Hunermendê Kurd Heme Haşim jî beşdarî vê pêşangehê dibe û ev yek xwedî girîngiyeke taybet e.

Beşdarbûna hunermendekî Kurd a di pêşangeheke wiha navneteweyî de, derfetek e da ku nêrîneke cuda ya li ser wan karesat û aloziyên ku rûbirûyî beşeke Kurdistanê bûne, bigihîje bînerên biyanî.

Çimkî huner amûra herî baş e ji bo derbirîna wan xemên ku her kes tê de hevpar e.

Pêşangeha navneteweyî dê li galeriya "De Bellas Artes" a li Art Camperê bi rê ve biçe.

Pêşangeh dê 28ê Sibatê saet 19:30î vebibe û dê 2 mehan ji ziyaretkaran re vekirî be.

Ev çalakî bangeke bêdeng e ji bo ramana li ser wê rewşa aloz a ku mirovahî tê de ye.

Her wiha hewlek e ji bo dîtina wateyekê di navbera reng û wêrankariyan de.

 

Rudaw

Top