Artêşa tirkiy: PKKê helîkoptera me xist
Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku, dibe ku ew helîkoptera ku li navçeya Çelê a Colemêrgê di şerê bi gerîlayên PKKê de ketibû, bi roketa ku şervanên PKKê avêtiyê ketiye.
Artêşa Tirkiyê di dema ku PKKê got wan helîkoptireke artêşa Tirkiyê di operasyonên leşkerî li Çelê xistine gotibû ku, bi pirsgirêkeke teknîkî ve ketiye.
Piştî ku PKKê dîmenên lêxistina helîkoptera artêşa Tirkiyê bi roketan weşand artêşa Tirkiyê ketina wê helîkopterê bi roketên gerîlayên PKKê piştrast kir.
Li gor daxuyaniya artêşa Tirkiyê di wî şerê Çelê a roja 13ê Gulanê de 8 leşkerên Tirkiyê jê du pilot hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.
Rudaw
