• Saturday, 21 February 2026
logo

PDKê: Bêyî me Kurdistan nayê birêvebirin

PDKê: Bêyî me Kurdistan nayê birêvebirin
Polîtburoya PDKê di daxuyaniyeke nivîskî de rêkevtina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Gorranê rexne kir û got ev gav hewlek e ku nakokiyên siyasî kûrtir dike. PDKê got, ew bi ti awayê rêkevtina navbera du partiyan an jî zêdetir wek bingeh bo rêvebirina welat qebûl nakin û da xuyakirin, ku bêyî PDKê Başûrê Kurdistanê nayê birêvebirin.

Îro çarşemî 18ê Gulanê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serpireştiya Serokê partiyê Mesûd Barzanî jibo nirxandina rêkevtina navbera Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Tevgera Gorranê û nîşandana helwsta xwe li bajarê Hewlêrê civiya.

Piştî civînê, PDKê daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê de rêkevtina navbera YNKê û Gorranê rexne kir.

PDKê di daxuyaniya xwe de dibêje, ew alîgirê rêkevtinên siyasî ne, bi taybet eger bo berjewedniya gelê Kurdistanê û yekrêziya hêzan û nehiştina nakokiyan be, nek bo dijatîkirina aliyekî din û mezintirkirina qelşên ku hene.

PDK radigihîne, ku ew rêkevtina navbera du partiyan û zêdetir ji du partiyan jî wek bingehekê bo rêvebirina proseya siyasî, yasayî û îdarî li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Di rêkevtina navbera Tevgera Gorranê û Yekîtiya Niştîmnaiya Kurdistanê de hewlek dê dîtin bo berfirehkirina nakokiyên navxweyî ku xizmeta arîşe û pirsgirêkên asêbûyî nake, belku me ber bi rewşên nexwestî ve dibe.”

PDKê herwiha got rêkevtina duh hatî ragihandin, rêgiriyek e li pêşiya YNKê ku helwêsteke cuda ji Gorranê hebe, ku tê dîtin Gorran ber bi alozî û tundrewiyên zêdetir gav davêje.

Li gor daxuyaniyê, YNKê bi îmzakirina rêkevtina ligel Gorranê, hevpeymaniya bi PDKê û rêkevtina stratejîk a navbera wan û hevbeşiya wan di rêvebirina Kurdistanê de berçav negirtiye.

Polîtboruya PDKê da xuyakirin, YNKê bêyî ti gotûbêjan û bêyî ku PDKê agahdar bike, rêkevtin bi aliyekê re kir ku arîşeyeyek siyasî ligel PDKê çêkiriye û xwe kire beşek ji wê arîşeyê ku ew yek jî berovajiyê heyamên borî bû, ku YNK bi PDKê re alîkar bû jibo çareserkirina arîşeyan.

PDK tekez dike: “PDK jibilî îradeya gel ti îradeyên din qebûl nake û ezmûna borî jî nîşan da ku bêyî PDKê rêvebirina herêmê zehmet e (nabe).

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Partiya Demokrata Kurdistanê radigihîne, ku gelek bi hestyarî berê xwe dide rewşa niha ya Kurdistanê û dibêje: “PDK bi ti awayî rê bi her hewlekê nade bo têkdana îstîqrara îdarî, siyasî û ewlehiyê û lawazkirina îrade û berxwedana Pêşmerge ku niha ligel hovtirîn dijminê mirovahiyê û azadiyê di şerekî dijwar de ye, û hêj şerên mezintir jî li pêşiya me mane.”

PDK di daxuyaniya xwe de tekezî li ser wê yekê jî dike, ku nabe xwîna pêşmerge ku di ber azadiyê de rijandiye, bi heder biçe û dibêje: “Pêwîst e gelê Kurdistanê bi rêyeke rewa û yasayî weke referandumê îradeya xwe nîşanî hemû cîhanê bide.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin, her çiqas ku Kurdistan li tenişt hovtirîn hêza terorîstî û li devereke aloz e, lê belê îstîqrareke bêhempa jî heye. PDK dibêje, ew di vê baweriyê de ne ku gerek hemû hewl bo îstîqrar û çareserkirina arîşeyan û parastina destkevtan bin nek tiştên din.

Rudaw
Top