• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji xirîstiyanan kampanyaya serxwebûna Kurdistanê

Ji xirîstiyanan kampanyaya serxwebûna Kurdistanê
Li gorî nûçeyeke ajansa fermî ya Vatîkanê, xristiyanên Mûsilê dest bi kampanyayekê kirine bo naskirina serxwebûna Kurdistanê bi awayekî fermî.

Ajansa Fermî ya Vatîkanê (Fides) amaje bi wê yekê dike ku xristiyanên kild û siryanî û herwiha xristiyanên ku ji Sûriyê ji ber şerê DAIŞê koçber bûne û niha li Dihokê ne li Herêma Kurdistanê bi cîh bûne û piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê dikin.

Xristiyan jibilî piştgiriya li serxwebûna Kurdistanê piştevaniyê li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmerge, herwiha daxwaza rizgarkirina navçeyên xwe ji destê DAIŞ’ê, da ku vegerin ser mal û halê xwe.

Basnews
Top