Mesrûr Barzanî û şandeke Berîtanî behsa çend mijaran kir
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê pêşwaziya şandeke leşkerî ya Berîtanyayê kir.
Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Berîtanî a bi Serokatiya Şêwirmendê wezareta berevanî ya Berîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn General Thomas Anthony Beckett kir û di civînê de Mesrûr Barzanî daxwaza destpê kirina giftûgoyên aştiyane li gel Bexdayê bo çê kirina baweriyek bo dawî anîn bi aloziyên dîrokî yên di navbera her du aliyan û bi yeksanî û hevsengî li cem hevûdu weke cîranan bijin.
Mesrûr Barzanî herwiha di peyvekî de derbarê derbas bûna sed salan bi ser peymana Sykes Picot de got: Îsrar kirin li ser ev stemkariya ku jiber ev peymana han hatiye kirin vê bibe sedema wêrankariyên zêdetir lewre dem dema vê yekê ye ku li ser çareseriyeke nû û serrast kirina şaştiyên dîrokî bihizrin.
Di berdewamiya civîna han de behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê li Sûriya û Îraqê û deverên din de hate kirin û General Thomas Anthony Beckett tekez li ser girêdayî bûna Berîtanyayê bo dabîn kirina çek û cebelxane bo hêzên pêşmerge û herwiha hewldanên Berîtanyayê bo pêşkêş kirina hevkariyên zêdetir bo hêzên pêşmerge bi taybetî di warê perwerde kirinê de kir û got: Beşdariya we di vê şera han ya mezin a cîhanî de gelek girîng û bi bandore û ew yek jî bû sedema vê yekê ku li seraserê cîhanî bi rêzdarî ve behsa rola Kurd û hêzên pêşmerge were kirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rewşa bajarên mezin yên Îraqê yên ku heta niha di destê terorîstên DIŞIê dene hate nirxandin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku şikesta leşkerî ya DIŞIê asane lê nehêştina ew sedemên ku bûne sedema çê bûna DIŞIê û yên weke vê hewldan û dema zêdetir jê re dive lewre lazime hevpeymaniya cîhanî di her warekî de hevkar be daku ew kêşeya han bi awayekî bingehîn were çareserkirin û sedemên vê jî ji holê werin rakirin.
