• Saturday, 21 February 2026
logo

Parlamenterê HDPê: Dê me bavêjin girtîgehê – Cîhan bêdeng e!

Parlamenterê HDPê: Dê me bavêjin girtîgehê – Cîhan bêdeng e!
Parlamanterê HDPê yê Geverê Abdullah Zeydan ragihand, dibe ku parêzbendiya parlamenterên HDPê were rakirin û wan bixin girtîgehê. Zeydan got, çawan ku cîhan li hemberî komkujiyên Helebçe û Enfalê bêdeng mabû, niha jî li hember bûyerên Bakurê Kurdistanê bêdeng e.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Zeydan li Parlamentoya Tirkiyê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û derbarê mijara rakirina parêzbendiya parlamenterên wê partiyê de ku niha di rojeva Tirkiyê de ye, axivî.

Abdullah Zeydan ji Rûdawê re ragihand: “Îro di demokrasiya Tirkiyê de rojeke dîrokî ye. Weke hûn dizanin, Pêvajoya ku ji aliyê Serokomar û hikûmeta AKPê ve birêve diçe, kodetayek (darebeyek) li dijî îradeya gelan, û bi taybet jî îradeya gelê Kurd e.Armanc ev e ku partiya me ji holê were rakirin.”

Zeydan got, hikûmeta AKPê li dijî serdestiya leşkerî, rawestan li hemberî neheqiyan hat wir û bû desthilatdar. AKP, neheqiya ku dît niha li me dike. Kesên bi aqil ên di nav AKPê de şaşiya wê pêvajoya dizanin.

Zeydan amaje bi wê yekê kir, ku wan wek HDPê dengê bi sedan hezar kesan wergirtiye û got: “Eger em hêjayî wan nedin, tenê ew dikarin vê erkê ji me bistînin.”

Parlamenterê HDPê yê Geverê di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir, ku di nav AKPê, CHP û MHPê de jî hin kes hene, ku di vê baweriyê dene, tiştên li hemberî HDPê tên kirin, neheqî ne.

Abdullah Zeydan got: “Hemû cîhan dizene ku neheqiyek mezin li me tê kirin. Lê belê hin tiştan diveşêrin. Cîhan li hemberî komkjiyên li Helebçe û Enfalê jî bêdeng mabû, îro jî li hember tiştên ku bi serê bajarên Bakurê Kurdistanê de tên, heman bêdengî heye.”

Zeydan behsa egera rakirina parêzbendiya paramenterên HDPê ji aliyê Parlmanetya Tirkiyê ve kir û wiha got: “Em dizanin dê parêzbendiyên me rakin, dê me bavêjin girtîgehan jî. Lê belê bila her kes wê yekê bizane, me her tiştek daniye ber çavê xwe û ji wan jî ketina girtîgehê.”

Rudaw
Top