• Saturday, 21 February 2026
logo

Welatiyên Mesîhî jî piştgîriya serbixweyiya Kurdistanê dikin

Welatiyên Mesîhî jî piştgîriya serbixweyiya Kurdistanê dikin
Welatiyên mesîhî yên li Başûrê Kurdistanê daxwaza refrandom û serbixweyiya Kurdistanê dikin.

rêxistina Rewşenbîrî û ragehandina Sûreya, amaje bi vê yekê dike ku, piştîwaniyê li hewlên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî yên pêkanîna referandûmê dikin.

Serokê Rêxistina Sûreya Nevzad Polls ragehand: Referandûm û cudabûna Başûrê Kurdistanê ji Iraqê, yekem şansê me kemîneyên Kurdistanê ye.

Nevzad Polls amaje bi piştrastbûna xwe kir, ku parastina mafên wan li Kurdsitanê û pêkvejiyana aştiyane ya ol û netewên cuda li Kurdistanê giringe û ragehand: ‘Kemenetew û olên cuda tu pêşeroja wan li gel Iraqê de nemaye û ji ber vê jî em piştîwaniyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin.’’

Herwaha rêxistina Rewşenbîrî û ragehandina Sûreya di ragehandina xwe de, hewldanên Mesûd Barzanî yên pêkanîna referandûm û diyar kirina pêşeroja peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê jî wek helwêsteke bilind dinirxîne.
Heftiya derbasbuyî jî serokê lîsteya çaksaziya Tirkmenan li parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî ji BasNewsê re ragehand bu, Tirkmenên Kurdistanê piştgiriyê li referandûm û cudabuna Kurdistana başûr dikin û ragehand, ew jî xelkê Kurdistanê ne û got: ‘’Serxwebûna Kurdistanê armanca me ye.’’

Berî naha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîneke li gel serok û rêveberên partiyên Kurdistana başûr xwestibu, amadekariya bikin, ku berî hilbijartina serokatiya Amerîkayê referandûma serxwebûna Kurdistanê pêkbînin.
Top