Haco: Barzanî di her warekî de piştevaniya Rojava dike
Endamê Komîteya Derva yê ENKSê Kamîran Haco derbarê civîna şanda ENKSê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî de ji K24ê re ragihand, ku niha Rojavayê Kurdistanê di rewşeke awerte re derbas dibe, herwiha girîng e, ku şîretên Serokê Herêma Kurdistanê derbarê xebata ENKSê werbigirin.
Haco diyar kir, ku berê de Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dike. Bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê 3 peymanên ENKS ligel TEV-DEMê hatin îmzekirin. Armanca Barzanî jî ne tenê bo berjewendiya ENKSê yan TEV-DEMê bûye, lê bo berjewendiya gelê Kurd bi tevahî bû. Herwiha piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê di warê siyasî, abor û dîplomasî bûye.
Derbarê deriyê sînorî yê Sêmalka de, Haco diyar kir, ku berê Herêma Kurdistanê ev pirs zelal kiriye, ku kengî TEV-DEMê pabendî rêkeftinên ku hatine îmzekirin bibe û ENKSê wek hevpar bibîne, wê demê deriyê Sîmalka vedibe. Lê tenê bo berjewendiya TEV-DEMê Sêmalka venabe
Derbarê rêkeftinine din bi TEV-DEMê de, Haco diyar kir, ev yek li aliyê TEV-DEMê dimîne, lê li gor tiştên ku dîtin, ti nîşan wê yekê tune ne. Berûvajî vê yekê, hevalê ENKSê têne girtin, rêgirî li siyaset û çalakiyên ENKSê tên kirin.
K24
