• Saturday, 21 February 2026
logo

HPG: Me 32 leşker kuştin

HPG: Me 32 leşker kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand, ku gêrîlayên wan, di operasyonên du rojên dawîn de 32 leşkerên Tirk li devera Oremarê kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxyaniyekê de ragihand, di şer û pevçûnên van 2 rojên borî yên navbera gerîllayan û Artêşa Tirkiyê de, 32 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

HPGê herwiha da xuyakirin, ku di pevçûnan de 7 gêrîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.

HPG baskê çekdaî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çarpemeniyê ya HPGê, firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê ji 13ê Gulanê ve deverên li Şemzînan û Oremarê bombebaran dikin.

Ji aliyekê din ve pêştir Artêşa Tirkiyê di du daxuyaniyên 14 û 15ê vê mehê de ragihandibû, ku di pevçûnê li Şemzînan û Oremarê de 2 leşker hatibûn kuştin û 8 leşker jî birîndar bibûn.

Rudaw
Top