Di nav 2 rojan de bi hezaran koçberên ereb reviyane Efrînê
Li gorî çavkaniyên nêzîkî PYDê, pêla koçberiyê ya ber bi Efrînê ve bênavber dewam dike. Welatiyên ji taxên Helebê, gundên başûrê Helebê, herêma Şehba û Reqayê ji ber şer û pevçûnan berê xwe didin kantona Efrînê.
Herî zêde xekê devera Şehba koçber dibin ji ber ku li wê herêmê di navbera hêzên opozîsyonê û çekdarên DAIŞê de şer heye. Li Heleb û derdora wî bajarî jî şer heye; li aliyekî di navbera hêzên rêjîmê û hêzên opozîsyonê de şer heye, li aliyê din jî di navbera hêzên rêjîmê û DAIŞê de pevçûn heye.
Li gorî amara ku Asayîşa Efrînê eşkere kiriye, hejmara koçberên ku di rojên şemî û yekşmê de gihîştine Efrînê, derketiye 2 hezar û 411 kesan. Pêla koçberiyê hîn jî didome.
basnews
