• Saturday, 21 February 2026
logo

Nakokiyên Rûsya û YE derbasî qada hunerê bûn

Nakokiyên Rûsya û YE derbasî qada hunerê bûn
Nakokiyên Rûsya û Yekîtiya Ewropa di derbarê Ûkrayina û Sûriyê de derbasî nava festîvalên hunerî dibin û Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova dibêje di festîvala Eurovisionê ya bê de, wê stranek li ser serokê Sûriyê bê gotin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, bal kişand ser encamên festîvala Eurovisionê ku li paytexta Siwêd birêve çû û tê de stranbêja Ûkrayinî, Jamala, pileya yekem bidest xist û gotibû “xelatkirina stranbêja Ûkrayinî karekî siyasî bû.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Zaxarova da xuyakirin ku welatên Ewropa vê festîvalê bo meremên siyasî bikar tînin û got: “Çê dibe di festîvala sala bê de, stranek li ser Serokê Sûriyê Beşar Esed jî bê amadekirin û tê de bêjin: Esed xwînmij e, Esed ji her kesî xerabtir e.”

Di strana xwe de, Jamala bal kişandibû ser wan êrişên ku ji aliyê desthialtdarên Rûsî ve li hemberî neteweya wê li Ûkrayina hatibûn kirin.

Rudaw
Top