• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Dem dema serxwebûnê ye

Mesrûr Barzanî: Dem dema serxwebûnê ye
Şewirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya sedemîn salvegera Peymana Sykes-Picot roja Duşemê ragihand ku biryara Kurdistaneke serbixwe di destê gel de ye.

Peymana Sykes-Picot ku 16ê Gulana 1916an di navbera Brîtanya, Ferensa û Rûsyayê de li ser dabeşkirina Rojavayê Asyayê hatibû danîn, weke yek ji sedemên sereke yên parçebûna Kurdistanê tê hesibandin.

Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe ye fermî (@masrour_barzani) li ser Twitterê, bi Ingilîzî weha nivîsand, "xwînrijî û biserneketina sed salî, têra xwe sebeb e ku rêçeke nû bê ceribandin. Ji bo Kurdistanê, dem dema pûçkirina zordariyê ye."

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, ji destpêka şerê li dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve ketiye rojevê.

Barzanî herweha got, tevî ku "hinek dibêjin niha ne dema rast e ji bo Kurdistaneke serbixwe, ez bawer im dema rast e ji bo gelê me ku siberoja xwe diyar bike."

Rudaw
Top