• Saturday, 21 February 2026
logo

Stanbol: Di deqînekê da 4 kes birîndar bûn

Stanbol: Di deqînekê da 4 kes birîndar bûn
Îro, li bajêrê Stenbolê, di encama teqîna bombeyekê da 4 kes birîndar bûn.

Li dûv zanyarîyên medyayên Tirkî belav kirine, Teqîn li taxê Maltepe li jêr prekê li ser rêya bilez ya di navbera Stenbol û Enqereyê da teqî û bi vê sedemê jî, çar kes birîndar bûn û hijmareka trumbêlan zîyan lêketîye.

Piştî teqînê, hêzên êmnahîya Tirkîyê, bi rêka kamêreyên çavdêrîyê dest bi lêkolînê kirin bo nasîna wî kesê bombe dana ye. Heta niha jî çi alîyekî berpirsîyarîya xwe ji teqînê ranegihandîye.

Pêştir hijmareka teqînan bajêrê Stenbolê, Enqereyê û bajêrên din yên Tirkîyê hejandibûn, gelek ji welatên cîhanê jî weku Amerîka, Almanya, Rûsya û Îranê welatîyên xwe agehdar kirine, seredana Tirkîyê nekin.

War.tv
Top