• Saturday, 21 February 2026
logo

Kurdên Êzidî piştevaniya encamdana referandomê dikin

Kurdên Êzidî piştevaniya encamdana referandomê dikin
Nûnerê Xelkê Şengalê di Civata Parêzgeha Mûsilê de diyar kirk u, hemwelatiyên Şengalê bi hemû tax û cînên xwe piştevaniya encamdana referandomê dikin, dê bêhtir ji 85% ji welatiyên Şengalê deng bidin bo referandomê, wê demê dê Şengal û xelkê Şengalê ji Mûsilê veqtin û bibin ser bi Herêma Kurdistanê ve.

Nûnerê Xelkê Şengalê di Civata PArêzgeha Mûsilê de Seydo Çeto ji BasNews re ragehand ku, xelkê Şengalê êdî naxwazin ligel Mûdilê ve bimînin û bi hemû şêweyî kardikin ku Şengal veger ser bi Herêma Kurdistanê ve û bibe yek ji parêzgehên Herêma Kurdistanê, bi riya referandomê wê xelkê Şengalê Şengal bi ser Herêma Kurdistanê vekin.

Navborî ew jî eşkere kirk u, Şengal rasî gelek karesetan hatiye, ticarî wê hikûmeta Bexda nikaribe birînên Şengaliyan derman bike, bi tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi piştevaniya rasterast a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê hemû birînên Şengalê werin derman kirin.

Seydo Çeto got: “Bi her halî heger rêjeya dengdanê ji 85 ne zêdetri be wê ne kêmtir be, jiber Kurdên Êzidî êdî nema dixwazin ligel Ereban bijîn. “Em daxwazê ji welatên cîhanê dikin ku rêkeftina Sykes- Picot were hiweşandin û Kurdistan bi welatî serbixwe.”

Basnews
Top