• Saturday, 21 February 2026
logo

Komîsyon: Em amadene bo encamdana referandomê

Komîsyon: Em amadene bo encamdana referandomê
Serokê komisyona bilind ya hilbijartin û rapirsîyê li herêma Kurdistanê dîyar kir; ew amadene bo encamdana referandomê, lê pêdvîya wan bi alîkarîyê heye.

Hindirîn Mihemed, serokê komisyona bilind ya hilbijartin û raprisîyê li herêma Kurdistanê bo War got: li gor yasayê desthilat bi komisyona bilind ya hilbijartin û rapirsîyê hatîye dan bo encamdana referandomê yan hilbijartinan, lê pêdvîye alîkarîya darayî û yasayî û lojîstîkî bo wan bên dabîn kirin, heta bikaribin amadekarîyên xwe bo referandomê bikin.

Aşkere jî kir: her wextê bi fermî daxwaz ji wan hat kirin amadekarîyê bo referandomê bikin, ew jî dê lîsteka daxwazîyên xwe pêşkêş bikin û dest bi amadekarîyên referandomê bikin.

Rudaw
Top