Li Geverê şer; Leşkerên tirk 7 kuştî û birîndar dan
Li devera Çelê ya navçeya Geverê ku girêdayî parêzgeha Colemêrgê ye, duh danê nîvro di navbera gerîllayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û di encama şer de leşkerek hatiye kuştin, 6 leşker jî birîndar bûne.
Serfermandariya Artêşa Tirkiyê jî li ser şerê îro di daxuyaniyekê de ragihand, îro saet 12: 20an di navbera leşkerên tirk û gerîllayên PKKê de şer derketiye.
Li gorî Serfermandariya Artêşa Tirkiyê, di encama şer de leşkerek hatiye kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar ji bo wergirtina çareseriyên pizîşkî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Rudaw
