Peyam Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê salvegera avakirina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê
Hesta berxwedan û helwesta dilsozaneya tevahiya mamostayên kurdistanê di vê rewşa hestiyar û dijwar de, cihê rêz û pêzanînê ye ku wek pêşmergeyên perwerde û fêrkirinê bûne mînaka berxwedan û avakirina gel û welat. Rêkxistina mamostayan rolekê pêşeng dilîze, li dema ku hêza cehl û tarî hembêza welatê me girtiye, rêkxistina we bi dirûşma xwendina baş ji bo hemûyan, dixwaze hemû senterên perwede û fêrkirinî bike çira ya niha û pêşeroja me.
Cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ku Yekêtiya Mamostayên Kurdistanê serdemê rêkxistineka lokalî derbaz kiriye û niha bûye rêkxistineka cîhanî û xwedî pêgehekê giran.
Hikûmeta Herêma kurdistanê, zêdebarê pirsgirêk û dijwariyan, pêdagiryê li ser giringîdan pitir bi sektora perwerde û xwendinê dike ku ev sektore hestiyartirîn sektora avakirina welat û mirov û jiyanê ye. Em bi hemû awayekê hewlê didin jiyan û bijîveka baş ji bo mamostayan dabîn bikin ku jêhatê pêgek û erk û rolê giringê wan be.
Mamostayên dilsoz
Hûn xwedê peyama pîroza perwerde û fêrkirinê ne ku herdem pêşengê civakê ne. We bi helwesta dilsozane selimand ki di hemû rewşên hestiyar û çarenivîssaz mînaka lêborîn û nimûneya berxwedan û îradeya avakirina gel in ji bo misoger kirina nihayeka bi şiko û pêşerojeka geş ji bo neviyên me.
Dubare ev hilkevte li tevaya mamostayên kurdistanê pîroz be
Pîroz be 54. Salvegera avakirina Yekêtiya Mamostayên kurdistanê
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê
15-5-2016
