• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Hewalgiriya Komara Îslamî ya Îranê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Hewalgiriya Komara Îslamî ya Îranê kir
Roja yekşem 15.05.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ayetulla Dr Seyîd Mehmud Elewî Wezîrî Hewalgiriya(Îstixbarat) Komara Îslamî ya Îranê û Endamê Encûmena Şarezayên Rehberî û şandekî li gel kir ku ji hejmarek şêwirmendên Wezaretê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku rêzdar Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, Wezîrê Hewalgiriya Îranê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê ragihand û ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir. Paşê nêrîna welatê xwe ya di derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê xisterû û tekez kir ku Komara Îslamî ya Îranê li piştevanîkirina Herêma Kurdistanê de berdewam dibê. Daxwaz ji Serok Barzanî kir ku pêşbînî û nêrîna xwe ya di derbarê rûdan û pêşhatên dawî ya navçeyê bixe rû.

Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvanan, bi kurtî li ser rewşa meydanî ya bereyên şerê li gel terorîstan û rewşa siyasî ya Iraqê ji bo şanda mîhvan xisterû û tekez li wê yekê kir ku şerê Da'îş pêwîstî bi hemahengî û hevkariya ciddî ya civaka navdewletî heye û ji bo bi tevahî têkşikandina Da'îş tenê rûbirûbûna serbazî ne bese belku pêwîste li ruyê fikrî û aborî û siyasî ve jî Da'îş û hizra tundrewiyê bê têkşikandin.

Her li vê hevdîtinê de behsa amadekariyên azadkirina Musil û peywendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê hate kirin û di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Top