• Saturday, 21 February 2026
logo

PDK: Bê me ti gav nayên avêtin

PDK: Bê me ti gav nayên avêtin
Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Aras Heso Mîrxan got, li Herêma Kurdistanê bê PDK ti gav nayên avêtin.

Endamê Serkirdetiya PDKê Aras Heso Mîrxan ji Rûdawêre ragihand, rêkeftina di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê de bi dile PDKê ye.

Aras Heso Mîrxan diyar kir ku PDKê wê rêkeftinê bi metirsî nabîne û wiha got: “Pêvajoyê siyasî, aktîfkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê, diyarkirina sistema siyasî û hilbijartina serok dê tenê bi gotina Goran û YNKê bibe. Ev mijar hemû alî û pêkhateyan û bi taybetî PDKê eleqedar dike.”

Heso Mirxan amaje kir ku ew geşedanan ji nêzîk ve dişopînin û got: “Li Herêma Kurdistanê bê PDKê ti gav nikarin were avêtin.”

YNK û Goranê li ser rêkeftinekê ji 25 xalên pêk tê lihev kiribûn.

Rudaw
Top