Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê têkiliyên xwe berfirehtir dikin
Di hevdîtinekê de şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê nîşanda û behsê vê yekê kir ew gelek giringiyê bi têkiliyên du alî navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê didin. Her wiha got têkiliyên navbera her du aliyan rih û rîşaleka dîrokî heye û Îran herdem Herêma Kurdistanê bi dost û sedemê têkiliyên baş û aramiya deverê dizane.
Serokwezîrê Herêma kurdistanê spasiya vê serdanê û komara Îslamiya Îranê kir ku herdem piştîvanê Herêma Kurdistanê bûye û pêdagirî li ser vê yekê kir ku Herêma Kurdistanê herdem amade ye dostînî û têkiliyên xwe tevî Komara Îslamiya Îranê berfirehtir bike û amadeyê ya xwe jî ji bo berfireh kirina têkiliyan li hemû waran nîşanda.
Li pareka din ya hevdîtinê, her du aliyan derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, Îraq û şerî dijî terorîstên DAIŞ hizr û ra guhertin.
