Berpirsekî Iraqî: Pêşmerge dê Mûsilê rizgar bike
Mûsil ku duyemîn bajarê mezin ê Iraqê ye ji Hezîrana 2014an ve piştî reva Hêzên Iraqî jê, di bin destê DAIŞê de ye û bûye navendeke bihêz a "xîlafeta" wê rêxistinê.
Rubeî ku 2003an yek ji endamên Encûmena Rêvebiriya Iraqê bû bang li Artêşa Iraqê û milîsên şîe, Heşda Şebî kir ku di şerê li dijî DAIŞê û rizgarkirina Mûsilê de hevkariyê di gel Pêşmergeyên Kurdistanê bikin.
Wî parlamentarê şîe ku şewirmendekî berê yê ewlehiya neteweyî ya Iraqê ye, herwiha got, “ ti pirsgirêkeke me li gel Pêşmergeyên qahreman tune ye û ew jî zarokên gelê me ne."
Her çi qas du salên dawîn e giftûgoyên pir-alî û dirêj li ser kontrolkirina Mûsilê têne kirin jî, aliyên Iraqî, Kurdistanî û Amerîkî hêj li ser çareseriyekê negihîştine rêkeftinekê.
Rudaw
