Li Qamişlo û Girê Sipî teqîn, 3 şehîdbûn
Li gorî zaniyariyê ragehandina Opozisyona Sûriyê, teqîneyek li qada Osman Sebrî li bajarê Qamişlo rûda, bi vê sedemê kesek şehîdbûye û 3 kesên din jî birîndarbûne.
Ji aliyekî din ve, îro teqîneyek li bajarê Girê Sipî otombîlek asayişa PYDê teqiya û bi vê sedemê hemwelatiyek şehîdbû û du kesên din jî birîndarbûn.
Heta niha ti kesî ya aliyekî berpirsiyaretiya xwe li ser van kiryaran nedaye, lêbelê tê pêşbînî kirin û çekdarên DAIŞê ew teqîn pêkanîbin.
Basnews
