• Saturday, 21 February 2026
logo

Yekîtî: rêkeftina digel Goran li ser kîstê rêkeftina digel partî nîne

Yekîtî: rêkeftina digel Goran li ser kîstê rêkeftina digel partî nîne
Civata serkirdayetîya yekîtîya niştîmanî ya Kurdistanê, îro dê deng li ser rêkevtina dinavbera yekîtî û goran da bide, endamekê mekteba sîyasî ya yekîtîyê jî radigihîne, rêkevtina wan û Goran, li ser kîstê rêkevtina stratejî ya partî û yekîtîyê nabe.

Sedî Ehmed Pîre, endamê mekteba sîyasîya yekîtîyê bo War ragîhand; îro roja şembî, civata serkirdayetîya yekîtîyê dê dengî li ser rêkevtina di navbera yekîtî û tevgera Goran da bide.

Got jî: rêkevtin bo wê yekê ye, herdu alî zêdetir nêzîkî hev bibin û di biryarên sîyasî yên girîng da, herdu alî hevrabin.

Xuya jî kir, rêkevtina herdu alîyan, di berjewendîya herêma Kurdistanê daye û li ser kîstê rêkevtina stratejî ya di navbera partî û yekîtîyê jî da, nabe.

Ev di demekî daye, biryare her îro, civata niştîmanî ya Goran, bi serpereştîya Newşêrwan Mustefa kombibe û têda, rêkevtina di navbera wan û yekîtîyê da, gotubêj bikin.

War.tv
Top