• Saturday, 21 February 2026
logo

Beriya rapirsiyê yekîtiya kurdan şert e

Beriya rapirsiyê yekîtiya kurdan şert e
Di sedsaliya peymana Skeys Picot de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê guhertinên mezin rûdidin. Dewletên ku di encama vê peymanê hatine damezrandin bûne çavkaniya şer û aloziyên mezin. Pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî kûr dibin. Di nava kaosa navçeyê de kurd jî bo mafê xwe yên bigehin yên rewa û demokratîk têdikoşin. Di demekê de ku li Başûrê Kurdistanê behsa rapirsiya serxwebûnê û damezrandina dewleta kurdî tê kirin, me li gel Serokê Enstitûya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) Prof. Dîlawer Eladîn derbarê proseya rapirsî û serxwebûnê, paşeroja Başûrê Kurdistanê de hevpeyvînek kir. Enstitûya MERI bo avakirina bingehek aştî, aramî û geşedanê li hemû Rojhilata Navîn kar dike.

Enstitûya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) yek ji wan saziyên girîng ê herêmê ye ku li ser mijarên weke polîtîkaya navneteweyî, ewlekariya niştîmanî, demokrasî û rêveberî, aborî, wize û jîngeh, zanist, tendurustî, perwerde, xizmetguzariya giştî, civaka medenî û geşedana çandî lêkolînên stratejîk dike, dîbeyt û dîdaran pêk tîne, pêşniyar projeyên çareseriyê amade dike û dixe ber destê berpirs û aliyên pêwendîdar. Serokê Enstitûya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) Prof. Dîlawer Eladîn derbarê armanc, kar û çalakiyên MERI, rapirsî û serxwebûnê, paşeroja Başûrê Kurdistanê de ji bo BasNûçe’yê axivî.

“MERI lêkolînên zanistî û stratejîk dike”

Prof. Dîlawer Eladîn derbarê armanc kar û çalakiyên Enstitûya MERI de da zanîn ku ew di mijarên cihereng de hejmarek lêkolînên stratejîk dikin û got: “Enstitûya MERI, navendek serbixwe ya lêkolînên stratejîk û zanistî ye. Mijarên siyasî, fermanrewayî, mafê mirovan û herwiha polîtîkaya navneteweyî, ewlekariya niştîmanî, demokrasî û rêveberî, aborî, wize û jîngeh, zanist, tendurustî, perwerde, xizmetguzariya giştî, civaka medenî û geşedana çandî civaka medenî û hindek mijarên din dikevin nav çarçoveya karên MERI de. Weke beşek ji van bernameyan, Ensitûya MERI hewla dewlemendkirina dîbeyt, gotûbêj, hevdîtinan dide. Ji bo vê armancê û herwiha ji bo ragihandina encamên lêkolînên xwe konferans, civîn û dîdaran saz dike.”

Dîlawer Eladîn daxuyand ku heta niha li Herêma Kurdistanê jî çendîn caran dîdar û konferansên mezin hatine pêkanîne û wiha berdewam kir: “Di konferansan de hewl hatiye dayîn ku kesên xwedan biryar, darêjerên siyasetê, dîplomatkar û kesên pispor û akademîst bi hev ve girêbidin ku li ber çavên rayagiştî danûstandin û berwaridiya nêrînan, bergehên stratejîk bikin. Bi zanyarî û şiroveyên xwe xelkê ji pêvajoyê dilniya û agahdar bikin. Ji bo rûdanan bersiv û şiroveyên bi mantiqî pêşkeş bikin. Ji bo çareseriyan pêşniyarên pratîkî bo hev bikin. Bi dilxweşî, di vê proseyê de MERI di armancên xwe de serkeftî bûye û hêviya me ew e ku berdewam bikin, bikarin xizmetên mezintir pêşkeşî hemû aliyan bikin.”


Prof. Dîlawer Eladîn

“Ji bo rapirsiyê xebatek pêşwext divê”

Prof. Eladîn derbarê rapirsî û şêweyên rapirsiyê de got: “Rapirsî di civakek diyarkirî de proseya derbirîna daxwaz û nêrînên beşek ji xelkê ye. Ev yek jî dikare di hemû dem û cihek de bê kirin û bi çendîn şêweyê jî sûd lê bê wergirtin. Weke mînak, dikare di pêvajoyek demdirêj de ji bo proseyek werçexanê bi gotinek din veguhertinê be û herwiha di dawiya proseyekê de, bo çareseriya pirsgirêkek diyarkirî be. Li gel vê yekê, ne şert e ku encamdana proseyê li gor yasayek navdewletî be yan jî hemû aliyên pêwendîdar, li ser heman biryarê pabend û yekdeng bin.”

Prof. Eladin balkêşand ser wê yekê ku ji bo serkirde û serokan a girîng ew e ye ku berî xwe bixin bin barê proseyek wiha yê girîng ê rapirsiyê, divê beriya hingî amadekariyên xwe bikin da ku mezintirîn şansê bidesxistina encamê pozîtîv misoger bikin û wiha axivî: “Rapirsî proseyek girîng e. Divê aliyên pêwendîdar berî de kar li ser nêrîn û baweriya dengdêran bikin ku encamdana rapirsiyê û bidestxistina bersiva tê daxwazkirin di berjewendiya giştî de be. Di van demên dawiyê de jî çendîn welatên cîhanê rapirsiyên cûrbicûr pêk anîne. Hatiye dîtin ku li wan deverên ku berî de bo rapirsiyê kar hatiye kirin, encamên baş û erênî hatine bidestxistin. Berovajî, dibe ku encam ne li gor dilê wan aliyên berpirsê rapirsiyan jî be.”

“Rapirsiya Herêma Kurdistanê wê çarenivîsaz be”

Li aliyê din jî Eladîn derbarê rapirsiya Başûrê Kurdistanê de jî diyar kir ku hê jî diyar nîne ka wê rapirsî li ser çi awayê pirs û pirsgirêkan bê kirin û wiha berdewam kir: “Her awayek rapirsiyê li ser dahatû an ku paşeroja Herêma Kurdistanê, yan jî li ser paşeroja Kerkûkê û navçeyên nakok û dabirî be, ew ê pir girîng û çarenivîsaz be. Ji ber vê yekê jî pêwîste aliyên siyasî yên kurd, zêde girîngî bidin mijara hevgirtin, yekdengî û hevrêziya payama siyasî ya Herêma Kurdistanê. Jiber ku di her rewşê de bidestxistina baweriya piraniya xelkê herêmê, garantî dide serkirdeyên kurd wan hanbide da ku bikarin li ser encamên rapirsiyê pêngavên mezin ên siyasî biavêjin. Diyar e ku heta niha jî di nava Herêma Kurdistanê de, karek cidî bo misogerkirina hevrêzî û yekdengiyê nehatiye kirin ku ji bo vê han û hewldanek zêdetir pêwîst dike. Herwiha, divê Herêma Kurdistanê sûdê ji ezmûna wan welatan bigre ku jiber nebûna hevrêzî, yekdengî û hevgirtinê, di hindekan de encam weke daxwaza dilê serkirde û berpirsan nebûye.”

“Çarenivîsa herêmên nakok ne diyar e”

Serokê MERI’yê bi bîr xist ku piştî şerê DAIŞ’ê, navçeyên dabirî an ku nakok, ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kontrolkirin. Dîlawer Eladîn got ku her çend ji sala 2005’ê ve, yasaya derbarê van navçeyan de ji aliyê parlamena Iraqê ve hatibe pesendkirin jî heta niha jî Bexda û Hewlêr, derbarê van navçeyan de negehiştine tu rêkeftinekê û wiha got: “Paşeroja navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya RHK’ê û navçeyên bi madeya 140 a Destûra Iraqa Federal hatine diyar kirin, hê jî ne diyar e. Hê jî berpirsên Hewlêr û Bedayê, ev pirs nekirine pirsa sereke û negehandine ewlehiyetê. Ango weke tê xwestin girîngî nedane van navçeyan. Weke Enstitûya MERI me lêkolînek hûr û kûr li ser pirsa Kerkûkê û navçeyên nakok jî kir. Encamên vê lêkolînê de jî me çend pêşniyazên pratîkî danî ber aliyên pêwendîdar ên Kerkûk, Hewlêr, Bexda û civaka navdewletî. Lê diyar e ku vê gavê tu aliyek ne amadeye behsa vê mijar û pirsê bike.”

Dîlawer Eladîn daxuyand ku her çend vê heyamê çarenivîsa van herêman ne di rojevê de be jî wê dosyeya van navçeyan di demê pêş de zêdetir bikeve pêş berpirsan û got: “Bêguman ev pirs niha aloz in û vê gavê jî bê çare mane. Misoger e ku di paşerojê de jî pêwîstî bi rêkeftinên siyasî heye ku ev pirs jî bêyî tundî û şer, bi rêyên aştiyane bên yekalî kirin. Pêwîst e aliyê kurd pişta xwe bi sepandina biryarên emrîwaqî ve girê nedin. Rast e, niha piraniya van navçeyan di bin desthilata kurdan de ne. Lê belê, heger Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe rabigehîne jî, di demek dûr û dirêj de wê ev pirsgirêkên hilawistî bibin çavkaniya nakokiyên girîng li gel cîranan.”

“Pêwîstî bi îradeyek siyasî heye”

Ji bo çareserkirina qeyrana siyasî û darayî ya Herêma Kurdistanê jî Prof. Eladîn amaje bi pêwîstiya hebûna îradeyek siyasî kir û wiha pêde çû: “Ji bo ew destkeftên kurdan yên raboriyê ji dest neçin, divê ev îrade bikare bijardeya giran hilgire ser milê xwe û pêngavên wêrek bavêje. Pêwîst e di navbera aliyan de diyalog hebe û rêzê ji hev re bigrin, ji ya xwe bên xwar û rêye lihevkirinê bigerin. Pêwîstî bi wê yekê heye ku serkirde û berpirsên hemû partiyên siyasî di astek bilind de bi berpirsiyariya nîştîmanî danûstandinan bikin û di nav de sîstema siyasî û hikûmraniyê bihêz bikin.”

Serokê MERI amaje bi wê yekê kir ku pêwîste di van mijaran hemûyan de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, reformek seranserî û bi bingehîn pêk bîne û wiha axivî: “Bi awayekê divê ji vê û şûn de, RHK’ê di nav demek kirt de hewla kêmkirina mezaxtina darayî û zêdekirina dahatan bide. Divê bi çavekî cidî li şêwaza xerc û mezaxtinan binere û herwiha birêvebirina damûdezgehên xwe li ser vê yekê çavdêrî bike. Ji vir û pêve, di heyamên nîvdemî û demdirêj de, hewl bide ku hemû wezaret û herwiha saziyên hikûmî, bi vî çavî li, bergeh, stratejî û bernameyan binere. Ji bingeh ve heykela aborî ya Herêma Kurdistanê darêje û bi wêrekî planên reformê cîbicî bikin. Ji bo vê yekê jî pêwîstiya wan bi lêkolîn û vekolînên akademîk, hevkariya pisporên navxwe û derve, herwiha alîkariya welatên derve heye.”

“Kurdistan çavkaniyek girîng e bo gaz û petrolê”

Prof. Dîlawer Eladîn daxuyand ku Herêma Kurdistanê çavkaniyek girîng a petrol û berhemên xwezayî ye lê nabe ku mirov weke alternatîfa welatên din bibîne û got: “Bê guman Başûrê Kurdistanê çavkaniyek girîng e bo gaz û petrolê ku hê jî li gor şiyan û rezervên xwe neketiye ser nexşe û tora cîhanê. Lê mirov dikare bêje ku ji bo vê yekê jî di rê de ye. Dibe ku di salên pêş de beşdariya Herêma Kurdistanê rû li zêdebûnê bike. Lê mirov nabe ku mirov Herêma Kurdistanê di vî mijarê de weke alternatîfa welatên din bibîne. Ji ber ku mijara wize, bi rewşa siyasî ya navçeyê, bi rewşa jeopolîtîk a welatan, herwiha bi mijara bazarkirin û firotinê ve girêdayî ye. Niha ne wexta wê yekê ye ku hizrê li ser bazdan û xwenîşandanê bikin. Divê niha em li ser pêngava yekem hizir bikin ku ew jî ev e; çawa bikarin Herêma Kurdistanê bi bazara cîhanê ya wize ve girêbidin û wê ewlehiyê bidin ku bawerîpêkiriye û bi berdewamî ye, qut nabe.”

Basnews
Top