Karvedan a alî sîyasî yên bakûr li ser axivtin ên Kiliçdaroglu
PKG – Dengvedan a daxuyanî yên Kiliçdaroglu yên derbarê "hey a xwîn nehê rêzjtin serokatî nabe" berdewam e li gel pergal a serokatîyê. berperçvedan CHPyê li beranber Serdozgerê Komarê yê Enqerê û Serokê TOBBê Rifat Hîsarciklioglu ku li dijî daxuyanî yên Kiliçdaroglu doz vekirîye, ragihand: Ew gotinên Kiliçdaroglu wek hişyarîyek a dîrokî ye. Herwiha CHPyê dîyar kir ku AKP dixwaze bi kuştinê rê ya pergal a serokatîyê veke, bila ti kes hewl nede ku bi zorê sîstem a serokatêyê bi Turkîyayê bihê qebûlkirin. Li gor CHPyê, AKP bi merem ewan axivtin ên Kiliçdaroglu vajî dike.
Ceyhun Îrgîl - Parlamenterê CHPê dibêje: "Kiliçdaroglu dibe; "Dema hûn zorê li pergal a serokatiyê bikin, xwîna wan kes ên ku li dij vê yekê dê birabin û berxwe bidin dê birijê" Lew; di demekê de ku metirsî ya şerr ê hindûrî heye di welat de, ji vê axivtinê rûhintir çi yê din heye?"
HDPyê jî got: Bo rê ya serokatî ya serok komar Recep Tayîp Erdogan her tişt rewa dihê dîtin, ev jî weha dike ku rê li pêşî ya hêrs û cudahîyan vebe. HDPyê ragihand ku di nav wan axivtin ên Kiliçdaroglu de behs a wê desthilatê dihê kirin ku ji bo guherandin a sîstem a seerokatîyê dikare xwînê birijîne.
Fîlîz Kerestecîoglu – Parlamenter a HDPê dibêje:"Ev axivtin nîşan a wê yekê ye ku ji bo sepandin a sîstem a serokatiyê zor dê bihê kirin, lew dihê xwaztin ku bo evê mebestê li welat xwîn bihê rijtin. Dihê darijtin jî bi rê ya tevlîhevîyan pêk bihê."
AKPyê li beranber ewan axivtin ên Kiliçdaroglu karvedek a tund nişanda. Cîgir ê Serok ê Kom a AKPê, Bulent Turan, di daxuyanîya xwe de rexne li axivtin ên Kilidaroglu girt û got:"Gel ê me xwedî hişyarîyek a wehaye ku delîve ya şer ê navxweyî nede Kiliçdaroglu."
K24
