• Saturday, 21 February 2026
logo

Di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de krîzeke nû derdikeve

Di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de krîzeke nû derdikeve
Pêvajoya rakirina vîzeyan a ji bo welatiyên Tirkiye, di navbera herdû aliyan de ber bi krîzeke nû ve diçe. Piştî pêşniyaza Lijneya Ewropa, yekîtî di nava xwe de bûye du alî. Çaverê ye ku li parlemena Ewropa mesele bibe sedema danûstandinên bi arîşe. Yasaya Têkoşîna bi Terorê re dibe sedem ku danûstandinên rakirina vîzeyan bixitimin. Li aliyê din pispor jî balê dikêşin ku dê rikberiya herdû aliyan fatûrayên giran ji penaberan re derxe.

Danûstandinên rakirina vîzeyan ên di navbera Yekîkitiya Ewropa û Tirkiye de li ser du pirsgirêkan ber bi wê ve diçin ku bixitimin. Beriya ku mesele li parlemena Ewropa bê guftugokirin, yasaya têkoşîna bi terorê re û meseleya penaberan herdû aliyan tîne hemberî hev.

Akademîsyen û Pisporê Yekîtiya Ewrûpa Dr. Can Baydarol ji Rûdawê re got: “Tu eleqeya van bi rakirina vîzeyan nîn e. Tirkiye dibê ez peymana penaberan bi cî nêynim. Ewropa jî li ser meseleya terorê bi israr e. Lê daxwazên Ewropa yên endamtiya mayînde ne. Gelek xeletiyên Tirkiye hene lê ew ne meseleyên ku li ser penaberên sûrî bên guftugokirin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû ku dê bi tu awayî yasaya terorê paş ve nekşînin. Li ser vê endamên yekîtiyê Îtalya û Elmanya daxuyaniyên tund ragihandin. Serokê Parleman Ewropa jî amaje pê kir ku pêvajo hatiye rawestandin û heta ku 72 bend bi cîh neyên jî dest pê nake.

Prof. Dr. Mehmet Altan jî got: “Yekîtiya Ewropa dixwaze ku dewletên ku wê bibin endam, demokrasiya xwe jî bigihîjin asta yekîtiyê. Lê ger ku hun li ser yasaya terorê ya heyî bi israrbin, tê wê wateyê ku hun ji azadiya derbirînê dûr in. Hikûmet bi vê israrê qurnetiya wê yekê dike da ku dengên netewperestan wergire.”

Rojnameger û nivîskarê Can Dûndar got: “Erdogan Ewropa diceribîne. Ew jî li ser meseleya penaberan vê yekê dibînin lê destê wan girêdayî ye. Em jî Ewropî jî dizanin ku Erdogan di warê azadiyan de tu gavan navêje. Bawerim piştî ku wî ji Ewropa re got ‘herkes ji riya xwe’ wê bibînin ku bi çi re rû bi rû ne.”

Li gorî daneyan, ew mesele li ser hin tiştan tê guftugokirin ku eleqeya wê bi vîzeyan nîn e. Ewrûpa ji ber neçariya xwe ya li hemberî penaberan dibe du bêş. Bêşek bi israr e ku Tirkiye hemû bendan bi cîh bîne, lê bêşek jî wê helwestê nîşan dide ku hin pîvanên sereke yên yekîtiyê bêne binpêkirin.

Rudaw
Top