• Saturday, 21 February 2026
logo

Gerîlayên PKKê 6 leşkerên Tirkiyê kuştin – Helîkopterek jî ket

Gerîlayên PKKê 6 leşkerên Tirkiyê kuştin – Helîkopterek jî ket
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn û herwiha di encama ketina helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê de jî 2 pîlotan jiyana xwe ji dest dan.

Serkana Giştî ya Leşkerî di daxuyaniyeke de ragihand îro danê sibê seat 04.50 li herêma Aşûtê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama şer û pevçûnan de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 8 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha hat gotin li heman herêmê helîkopreke leşkerî ya Tirkiyê bi sedemek teknîkî ket xwarê û di encama vê bûyerê de jî 2 pîlotan jiyana xwe ji dest dan.

Sererkaniya Tirkiyê ketina helîkopterê wek sedemek teknîkî da lê li gor hinek îdeayan ew helîkopter ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve hatiye xistin.

Li gor daxuyaniya Serekana Tirkiyê di şer û pevçûnan de, 6 gerîla yên PKKyê jî jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha şer û pevçûnên li herêmê hêj berdewan dikin.

Heta niha PKKê derbarê van şer û pevçûnan çi daxuyanî nedaye.

Rudaw
Top