• Saturday, 21 February 2026
logo

Şêxê Ezherê: Pêşmerge şehîd in!

Şêxê Ezherê: Pêşmerge şehîd in!
Şêxê Zanîngeha El Ezherê ya Misrê ragihand ku pêşmergeyên di şerê li gel DAIŞê de jiyana xwe ji dest didin, şehîd in

11 Gulanê roja Çarşemê nûnerê 70 welatan di Civata Ewlekariya Navdewletî de civiyan.

Civata Ewlekariya Navdewletî biryar da ku stratejiyeke navdewletî bo rûberûbûna baweriya DAIŞê di nava civakê de deyne û bo cara yekem piştî 15 salan ji bûyerên 15ê Îlonê li ser wê yekê mukur hat ku pirsgirêka komên weke El Qaîde û DAIŞê ne tenê ewlekarî ye.

Hat gotin komên weke El Qaîde û DAIŞê pirsgirêkeke îdeolojîk e û divê stratejiyek bo rûbrûbûna wan hebe.

Ji aliyê din ve Sekreterê Giştî yê Akademiya Lêkolînên Îslamî li Zanîngeha El Ezherê ya Misirê Şêx Mihyeddîn Afifî got, pêşmergeyên di şerê li gel DAIŞê de jiyana xwe ji dest didin, şehîd in.

Zanîngeha El Ezherê, li Misrê navenda herî girîng a suneya ne û li Misrê weke navenda herî nirxdar tê qebûlkirine.

Rudaw
Top