• Saturday, 21 February 2026
logo

Demîrtaş: Me hemûyan jî bavêjin zindanê em ê gav paşde navêjin

Demîrtaş: Me hemûyan jî bavêjin zindanê em ê gav paşde navêjin
Binçavkirina Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, ji aliyê Hevserokên HDPê, KCDê û HDKê ve hate şermezarkirin. Demîrtaş, bang li hikûmetê kir ku Yuksek serbest berde. Demîrtaş, got ew hemû jî bêne girtin, ew ê misqalek jî ji helwesta xwe gav paşde navêjin.

Binçavkirina Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek rastê nerazîbûna Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat.

Hevserokê HDP Demîrtaş got hikûmet dixwaze bi van binçavkirinan kurdan bêdeng bike û wiha domand:

“Kamuran Yuksek tenê ji ber axaftinên xwe hatiye binçavkirin. Ez li vê derê pir aşkera dibêjim, hûn Kamuran Yuksek jî, min jî, me hemûyan jî bavêjin zindanê em ê misqalek gav paşde navêjin. Em ê hemû qadan, hemû zindanan li hemberî vê zilm û zordariyê veguhêzên qadên berxwedanê. Hikûmet dê fatoreya van binçavkirin û girtinan muheqeq dê bide. Eynî weke hikûmetên beriya xwe dê hisaba van zordestiyan bide.”

Piştî Demîrtaş Hevseroka KCDê Leyla Guven jî xwest Kamuran Yuksek demildest serbest bê berdan.

Hevseroka KCDê Leyla Guven jî wiha got: “Hevserokê me tu bêhiqûqiyek nekiriye, tu niheqî li kesî nekiriye. Tenê ji ber axaftinên xwe hatiye girtin. Em dixwazin demek zûtir serbest bê berdan.”

Li Bakur 11 şaredariyên bajarên mezin jî tê de 102 şaredarî di destê DBPê de ne û Kamuran Yuksek jî hevserokê vê partiyê ye.

Rudaw
Top