• Saturday, 21 February 2026
logo

Careke din Efrîn hat topbarankirin

Careke din Efrîn hat topbarankirin
Careke din gundewarên Efrînê dibine armanca topên hêzên çekdar.

Li gorî zanyariyên xwecihî ji devera Cendirêsê ya herêma Efrînê, doh çarşemê careke din hêzên çekdar gundê Celemê dane ber topan.

Çavkaniyên devera Cendirêsê diyar kirin ku doh çarşemê 6 topên hêzên çekdar bi ser gundê Celemê de hatin xwarê.

Her li gorî heman çavkaniyan, di encama wê yekê de, tenê ziyanên madî çêbûne.

Rudaw
Top