CHP: AKPê dixwaze sîstema takekesî û dîktatorî bîne Tirkiyê
Daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ya di kongreya Yekîtiya Odeyên Bazirganiya Tirkiyê de, nîqaşên derbarê mijarê serokatiyê de gihandin asteke nû. Kiliçdaroglu îdia kir ku, Erdogan dixwaze rejîma komara Tirkiyê buguhêre û ew nikare bêxwîn vê guhertinê bike.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha got:"Sîstema Serokatiya ku dixwazin, sîstema takekesî ye. Sîstema dîktatorî ye. Yek kes dê biaxive, herkes bêdeng bibe, li gor vê dadwer biryar bide û kî bixwaze bixe zindanê. Ez vê derê aşkera dibêjim, heta hûn xwîn nerijînin hun nikarin sîstemek wiha bînin Tirkiyê."
Gotinên tund yên Kiliçdaroglu di rojeva Tirkiyê de deng veda. Medyaya Tirkiyê jî cihek fireh da van gotinan.
Omer Çelîk, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê derbarê gotinên Kiliçdaroglu de got, axaftinên wiha yên Serokê partiya dijbereya sereke ji nîqaşan dûr in û bang li aliyan kir ku, ne li ser nav, ser naveroka sîstemê nîqaş bikin:
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelîk wiha axifî:
"Van gotinan serokê partiya muxalefetê dibêje. Me gelek caran got, werin em ser dabeşkirina erkên sîstemê biaxivin. Pêşniyarên parastina mafên mirovan, erkên serokatiyê bînin. Lê maseyê komîsyonê qelibandin û niha nîqaşên guhertina sîstemê dikin kêşeya guhertina rejîmê"
Li gorî lêkolînan, piraniya xelkê Tirkiyê jî sîstema serokatî qebûl nakin. Lê Serokomar Erdogan bibiryar e ku, yan bi rêya parlamento yan jî bi rêya referandûmê destûrê biguherîne û sîstema serokatî li Tirkiyê bicih bike.
K24
