• Saturday, 21 February 2026
logo

Êrîşeke çekdarî û xwekujî li ser binkeya polîsê Bexdayê hate kirin

Êrîşeke çekdarî û xwekujî li ser binkeya polîsê Bexdayê hate kirin
Hejmarek çekdarên tund êrîşeke çekdarî û xwekujî kirin ser binkeyeke polîsê parêzgeha Bexdayê.

Çavkaniyên polîsê Iraqê li bajarê Bexdayê ragehand, êrîş îro serê sibê 12.05.2016 li ser binkeya polîsê Întîsar a bajarokê Ebuxûrêba ser bi Bexdayê pêkhatiye û sê çekdarên xwekuj xwe teqandine.

Li gor zanyariyên bidest ketine, di heman dema xwe teqîndina wan sê xwekujan de, hejmarek çekdarên din jî êrîş kirine ser binkeya polîs.

Heta naha jî saziyên Iraqê hejmara kuştî û birîndaran aşkere nekirine, lê diyar dikin di teqîn û êrîşa xwekujiyê de gelek kuştî û birîndar ji polîs û hemwelatiyan çêbuye.

Basnews
Top