Li Şêx Meqsûd 111 kes şehîdbûne û 2400 mal jî hatine rûxandin
Li gorî amareyên ku îro 11 Gulanê, Heyva Sora Kurdî li taxa Şêx Meqsûd belav kirine, ji 16 Sibatê heta niah 111 kes şehîdbûne, ji wan 34 zarok û 42 jin, herwiha 727 kesên sivîl jî hatine birîndar kirin, ji wan 290 zarok û 205 jin bi dehan birîndar rewşa wan metirsîdare.
Çekdarên ketîbeyên Isalmî bi hemûcûreyên çekan êrîşî taxa şêx Meqsûd dikin û heta niha di encama van êrîşan de û şerê li ser wê taxa Kurdan li Helebê ji bilî ziyanên canî, bêhtir ji 2400 xanî û dukan hatine rûxandin.
Basnews
