• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Almanya kurdek bû Seroka Parlamentoyê

Li Almanya kurdek bû Seroka Parlamentoyê
Jineke Kurd wek Serokê Parlamentoya eyaleta Baden-Wurttemberg hat hilbijartina. Muhterem Aras yekemîn Kurd e ku li Almanya kursiyekî wiha bi dest aniye.

Li eyaleta Baden-Wurttemberg a Almanya jineke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê bi navê Muhterem Aras bi serokatiya parlamentoya wê eyaletê hat hilbijartin.

Muheterm Aras siyasetvaneka 50 salî ye û di dîroka Almanya de yekemîn Kurd e ku erkê seroktiya parlamentoyê werdigire.

Aras li ser lîsta Partiya Kesk derbasî Parlamentoya Baden-Wurttembergê bûy. Aras herwiha yekemîn jin e ku him li Almanya û him jî ji nav Partiya Kesk serokatiya parlamentoya herêmekê bi dest tîne.

Muhterem Aras di hilbijartinên eyaleta Baden-Wurttembergê de %42.4ê dengan bi dest anîbû.

Muhterem Aras kê ye?

Muhterem Aras di sala 1966an de li bajarê Çewlîkê yê Bakurê Kurdistanê û di malbateke 5 kesî ya Elewî de ji dayik bû. Di sala 1978an de jî koçberî Almanya bû.

Di sala 1992an de bi çûn anav refên Partiya Kesk dest bi karê siyasî kir.

Di hilbijartinên herêmî yên sala 2011an de bi bidestxistina %42,5 dengan wek parlamenter derbasî Parlamentoya eyaleta Baden-Wurttembergê bû.

Ji ber ku di nav nmazedên Partiya Kesk de zêdetirîn deng bi dest anîbû, naznavê Şahzadeya Dengan jê re hatibû gotin.

Di hilbijartinên meha Adarê ya sala 2016an de jî bi wergirtina zêdetirîn dengan, cardin naznavê xwe parast.

Rudaw
Top