Amara dawî: Herî kêm 80 kuştî, 100 birîndar
Peyamnerê Rûdaw li Bexda ragihand ku 3 teqîn li navçeya Sedir li nav Bexdayê çê bûne û heya niha li gor amarên ku ji aliyê çavkaniyên pizîşkî li Bexdayê hatine belavkirin, 80 kesan jiyana xwe jidest dane.
Peymanerêmê herwiha diyar kir herî kêm 10 kes jî birîndar bûne.
Li gor agahiyên destpêkê ew teqîn bi otombêlên bombekirî li navçeya Sedir li rojhilata Bexdayê hatine encamdan.
Ji aliyê din ve rêxistina DAIŞê ew teqîn li xwe girtin.
Ajansa nûçeya Amaq ku nêzîk DAIŞê ragihand, ew êrişên xwekujî bûn û çekdarên DAIŞê milîsên şiê kirine armanca xwe.
Rudaw
